Macid Sengalî: PKK nahêle sêniyên Sengalê vegerin malên xwe

22 hezîran 2024 12:07
Macid Sengalî: PKK nahêle sêniyên Sengalê vegerin malên xwe

PeyamaKurd – Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Mecîd Şengalî diyar kir ku PKK û komên çekdar ên neqanûnî ji bo şêniyên Şengalê metirsîdar in û nahêlin welatî vegerin malên xwe.

Macid Şengalî ji K24ê re diyar kir ku biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê û Encûmena Wezîran a ji bo girtin û jinavbirina kampên penaberan siyasî ye û diyar kir ku her kes dizane ku di warê bav û kalên penaberan de ewlehî û aramî nemaye.

Astengeke din a li pêşiya vegera xelkê Şengalê hebûna gelek komên çekdar ên neyasayî bi taybet PKK ye ku gefê li jiyana welatiyan dixwin. Macid Şengalî diyar kir ku PKK û komên çekdar ên neqanûnî metirsiyê li ser şêniyên Şengalê çêdikin û nahêlin xelk vegerin malên xwe.