Lûtkeya Astiya Cîhanî, bi besdariya ciwanên ji Kurdistanê hat lidarxistin
PeyamaKurd – Li Stenbolê Lûtkeya Aştiya Cîhanî, bi beşdariya ciwanên ji Kurdistanê hat lidarxistin û di lûtkeyê de Alaya Kurdistanê hat vekirin û ji bo dahatûya aştiya cîhanê, pêkvejiyana li Kurdistanê wek mînakekê hat nîşandayîn.
Li Stenbolê Lûtkeya Aştiya Cîhanî 2021, bi beşdariya ciwanên 50 welatên cîhanê (Global Peace Summit) hat lidarxistin. Di lûtkeyê de li ser navê Kurdistanê nûnerên ji bajarên Kerkûk û Silêmanî jî amade bûn. Wek nûnerên din yê cîhanê, ciwanên Kurd jî bi Alaya Kurdistanê gotarên xwe pêşkêş kirin û ji bo aştiyeke mayînde ya li hemû cîhanê pêkvejiyana li Kurdistanê wek mînakekê nîşandan. Nûnera Herêma Kurdistanê ji Silêmanî Şinya Emer diyar kir; ew pê gelek serbilind bûne ku bi saya wan gelek ciwanên ji welatên cîhanê li ber Alaya Kurdistanê wêne girtine û kincên neteweyî yê Kurdan nas kirine.
Nûnera Silêmanî Kerkûkê ya Lûtkeya Aştiya Cîhanî Şînya Emer diyar kiriye: “Lûtkeya Aşityê ya Cîhanê platformeke navdewletî ya Gêncan e. Ji bo normên aştiyê têkoşîn tê dayîn, herwiha ji bo qebîlkirina gêncan û naskirina çandên hev cûda. Em jî wek ciwanên Kurd hatin tevlî vê civatê bûn. Me cil û bergên Kurdî li xwe kirin. Gelek neteweyên vê derê pê nizanibûn me bi şanazî danasîna kincên Kurdî û Kurdistanê kir.”
Nûnera Cezayîrê Afifa Chek jî dibêje, Cezayîr di çarçoveya mafê diyarkirina çarenûsa gelan de, piştgiriya bixwerêveberiya hemû gelan dike, ez bixwe jî li ser Kurdan lêkolînê dikim û dizanim li Iraqê Herêma Kurdistanê heye û bi tena serê xwe ye.
Nûnera Cezayîrê ya Lûtkeya Aştiya Cîhanî Afifa Chek eşkere kiriye: “Ez di vê konferansê de nûnertiya Cezayîrê dikim û wê ji bo Netewên Yekbûyî li ser rêgezên jiyaneke tendirûst û berdewam biaxivim. Cezayîr di çarçoveya mafê diyarkirina çarenûsa gelan de, piştgiriya bixwerêveberiya hemû gelan dike. Li ser çand û jiyana Kurdan min bixwe lêkolîn kirine û derbarê wan de agahdarim. Ez zanim ku li Iraqê Herêma Kurdistanê heye û bi tena serê xwe ye. Herwiha alaya wê û zimanê wê yê xweser heye. Bi saya hevalên xwe yên ji Kurdistanê, dizanim ku mirovên gelekî baş in; rêzdar û rewşenbîr in jî.”
Dîrektorê Lûtkeya Aştiya Cîhanî Muhammed Ahmed jî destnîşan kiriye, ew çend sal berê çûye Kurdistanê û serdana parlamentoyê kiriye û ew gelekî şanaze ku rêvebrên Kurdistanê girîngiyê didin van lûtkeyan û ciwanan dişînin da ku beşdarî wê bibin. Ahmed diyar dike; dizanim ku bo çaksaziya herêmê gelek proje hene û em hevîdar in ev platform jî bibe aliyê çareseriyê di warê cîbicîbûna wan projeyên çaksaziya Herêma Kurdistanê de.
Dîrektorê Lûtkeya Aştiya Cîhanî Muhammed Ahmed daye zanîn: “Em gelekî keyfxweş in ku bi beşdariya zêdetirî 50 welatan vê Lûtkeya Aştiya Cîhanî ya 2021an li Tirkiyê bi rê ve dibin. Ji Kurdistan, Iraq û bi giştî ji Asya û Efrîqaya Navîn û Rojhilatê Efrîqayê gelek xwendekarên genc û enerjîk hene ku pê bawerim wê ji bo dahatûya aştiya cîhanî, rêlibergirtina guherîna kêşûhewa û jiyaneke bi edalet danûstandinên girîng pêk bînin.
Lûtkeya Aştiyê ya Cîhanî armanc dike ku bi rêya van konferansan bi destê ciwanan li cîhanê aştiyeke mayînde pêk bîne. Ji bo vê yekê jî danûstandin tên kirin, nîqaş û gotar û proje tên amadekirin ji aliyê ciwanên beşdarî konferansê dibin. Nûnerê ji Herêma Kurdistanê bajarê Kerkûkê Ahmad Sîrwan jî bo nîşaneya pêkvejiyana li Kurdistanê tabloyeke aştiyê diyarî rêveberên rêxistinê kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin