Lubnanê, ji balyozê Îranê yê li Beyrutê xwest ji welêt derkeve

24 adar 2026 14:57

Lûbnanê balyozê Îranê yê li Beyrûtê wek “kesê ne xêr hatî” ragihand û jê xwest ku heta 29ê Adarê welêt biterikîne.

Lubnanê, ji balyozê Îranê yê li Beyrutê xwest ji welêt derkeve

RûpelNews - Wezareta Karên Derve ya Lubnanê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku Balyozê Îranê yê li Beyrûtê, Mihemed Riza Şeybanî, ji bo Wezaretê hatiye gazîkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku destûrnameyên Şeybanî hatine betalkirin û ew wekî "persona non grata" (kesê ne xêrhatî) hatiye ragihandin, û heta 29ê Adarê dem hatiye dayîn ku ji axa Lubnanê derkeve.

Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku Balyozê Lubnanê yê li Tehranê Ahmed Suveyda, bi hinceta “rêveberiya Tehranê normên dîplomatîk û pratîkên sazkirî yên di navbera Lubnan û Îranê de binpê kiriye" bo welêt hat gazîkirin.