Lubnan: Em hemû cure aloziyên leskerî, red dikin!
PeyamaKurd- Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mikatî, bi daxuyaniyekê ragihand ku Lubnan "her aloziyên leşkerî" li ser xaka xwe red dike.
Necîb Mîkatî, piştî hevdîtina bi Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto re daxuyanî da û tekez kir ku welatê wî "bi tundî her tundûtûjîyeke serbazî ya ku ji xaka Lubnanê û bikaranîna xaka Lubnanê ji bo pêkanîna operasyonên ku niha bêîstiqrar in, red dike.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Elî Cohen jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got, “Divê tu kes me neceribîne. Em ê ji bo parastina welat û gelê xwe hemû tedbîran bigirin.”
Artêşa Îsraîlê ragihand ku pergala berevaniya hewayî ya Iron Dome 25 moşek têk biriye, lê beriya niha 34 roket ji Lubnanê hatibûn havêtin. Servîsa Lezgîn a Îsraîlê ragihand ku kesek ji ber teqîna mayînan bi sivikî birîndar bûye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin