Li Yûnanê di êrîsa nijadperestên Ereb de 3 penaberên Kurd birîndar bûn

01 adar 2021 19:39
Li Yûnanê di êrîsa nijadperestên Ereb de 3 penaberên Kurd birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 3 penaberên kurd di encama êrîşeke nijadperestên ereb de, li kampeke penaberan a li Esînayê ya Yûnaistanê birîndar bûn.

Çalakvaneke ji kampa Skaramagas a penaberan li Esîneyê ku nexwestiye navê wî were eşkerekirin ji K24ê re daye xuyakirin, nijadperestên ereb bi kevir û kêran êrîşî wan kirine û di encama êrîşê de 3 penaberên kurd ku yek ji wan jin e birîndar bûne.

Herwiha hat diyarkirin ku êrîşkeran di dema êrîşê de diruşmên “Alahu Ekber” qerîyane.

Kampa Skaramagas yek ji kampên penaberan ên mezin li Esînayê ye û dora 1500 penaberên ji regezên cuda tê de dimînin û li wê kampê beriya niha jî gelek caran êrîş li ser kurdên penaber çêbûne.