Li Wuhan a Çînê hemû nexwesên Covid-19 bas bûn, ti haletek nema

27 nîsan 2020 00:01
Li Wuhan a Çînê hemû nexwesên Covid-19 bas bûn, ti haletek nema

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Wuhan ê Çînê ku vîrusa koronayê li wir derketiye û belavî dinyayê bûye, hemû nexweşên Covid-19 baş bûne û ti haleteke tûşbûnê jî nemaye.

Berdevkê Komisyona Tenduristiya Çînê Mi Feng ragihand, hemû nexweşên Covid-19 yên li Wuhan a eyaleta Hubey bo malên wan hatine şandin û êdî ti nexweşekî din ên koronayê nemaye.

Feng ev yek wekî serkeftina xebatkarên tenduristiyê nîşan da û got, piştî xebata zêde û hûrî ev serkeftin hatiye bidestxistin.

Yekem haleta vîrusa koronayê dawiya sala 2019an li Wuhanê derketibû û heta niha li heman bajarî 46 hezar û 452 tûşbûyî hatine tesbîtkirin û 3,869 kes jî mirine.

Li seranser Çînê jî hejmara tûşbûyan 82,827 hatiye tomarkirin û hejmara miriyan jî 4,632 kes in ku 77,394 kes jî baş bûne.

Di serî de Amerîka gelek welatên dinyayê Çînê bi veşartina agahiyên derbarê metirsiya koronavîrusê de tawanbar dikin.