Li Wanê asîtên berfê ket ser çiyavanên Îtalî

31 adar 2022 01:07
Li Wanê asîtên berfê ket ser çiyavanên Îtalî

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navça Gurpinarê 12 çiyavanên Îtalî li çiya li ser berfê di şemateka berfê de xwe dişemitandin lê aşîta berfê hat bi ser wan de û 4 ji wan di bin berfê de man. Hevalên wan yên di bin berfê de mabûn derxistin û yek ji wan lingê wê şikiyaye.

Li gor ragihandina parêzerê Wanê Mehmet Emin Bilmez ew ciyê ku çiyavanên Îtalî xwe lê şematek kirine ji ber zêdebûna germê, berf dest bi helandinê kiriye û lewra aşît bi ser wan de hatiye.

Parêzger got ku yek ji wan lingê wê şikestiye û li deverê her wext talûka aşîta berfê heye. Li ser bûyerê helîkopterê şandine deverê û kesa lingê wê şikestiye, bi helîkoptera leşkerî ji aliyê tîmên AFAD û UMKE ve, wê ji deverê birine nexweşxana lêkolîn û perwerdê ya Wanê.

Parêzgeh ragihand ku navê kesa lingê wê şikestiye Paola Favero ye û 61 saliye.