Li Urmiyê rewsa awarte hat ragihandin: 648 tûsbûyî, 53 mirî

30 adar 2020 18:08
Li Urmiyê rewsa awarte hat ragihandin: 648 tûsbûyî, 53 mirî

PeyamaKurd – Li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê bi sedema zêdebûna berbelaviya vîrusa koronayê rewşa awarte hat ragihandin.

Li gorî zanyariyan li Urmiyê hejmara tûşbûyên Covid-19 gihîştiye 648 kesan û 53 kesan jî bi wê nexweşînê can daye.

Serokê Zankoya Zanistên Tibê ya Urmiyê Cewad Akazade ragihandiye ku bi sedema zêdebûna tûşbûyan rewşa awarte hatiye ragihandin û tenê bi mayîna li malên xwe dikarin vîrusê kontrol bikin.

Li Îranê cara ewil 18ê Sibatê vîrusa korona hatibû tomarkirin û heta niha li gorî amarên fermî li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 2 hezar û 757 kesan can daye û hejmara tûşbûyan jî gihîştiye 41 hezar û 495 kesan.