Li Tirkiyeyê, buhayê enerjiyê dê zêde bibe

03 tîrmeh 2023 18:30
Li Tirkiyeyê, buhayê enerjiyê dê zêde bibe

PeyamaKurd- Serokê Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî ya Tirkiyeyê Fatîh Bîrol hişyarî da û diyar kir ku di vê zivistanê de dibe ku buhayê enerjiyê zêde bibe.

Fatîh Bîrol diyar kir ku heger aboriya Çînê bi lez baş bibe û zivistana dijwar derbas bibe, dibe ku zêdebûna buhayê xaza siruştî xerîdaran bixe nav rewşeke zehmet.

Bîrol amaje kir ku dibe hikûmet di vê rewşê de destekê bide malbatan û destnîşan kir ku divê li ser sexbêriya enerjiyê û enerjiya dikare bê nûkirin rawestin.

Piştî dagirkirina Ukraynayê ji aliyê Rusyayê ve nirxê gaza xwezayî gelek zêde bû û fatûreyên gaza xwezayî û elektrîkê li seranserê cîhanê zêde bûn.