'Li Tirkiye bêhtirî 11 milyon kes bi vîrusa korona ketine'

14 nîsan 2020 20:20
'Li Tirkiye bêhtirî 11 milyon kes bi vîrusa korona ketine'

PeyamaKurd – Ji ber vîrusa koronaya nû Covid-19 ku ji Wuhan a Çînê belav bû, heta niha (14 Nîsan 2020) li seranser cîhanê 1,936,754 kes nexweş ketine û 120,568 kes jî li gorî amarên dawî mirine.

Pisporên pizîşkî yên cîhanê ji amarên fermî yên têne belavkirin, bi guman in û dibêjin, hejmar gelekî zêdetir in, ji ber ku testên Covid-19 pir kêm têne kirin.

Li gor amarên fermî yên Tirkiyê heta niha bêhtirî 61 hezar tûşbûyî û 1,296 mirîyên vîrusa korona hatine tomarkirin.

Profesor û Doktorên Zanîngeha Gottingen a Almanî Sebastian Vollmer û Dr. Christian Bommer raporeke lêkolînî li ser mijarê amade kirine.

Pisporên Zanîngeha Alman dibêjin, li gorî lêkolînên wan daneyên seranserê cîhanê yên Covid-19 tenê ji sedî 6ê daneyên rast in û li gorî wan daneyan jî heta 31ê Adara 2020an tenê li Tirkiyê bêhtirî 11 milyon kes bi vîrusa korona ketine ango ji sedî 13ê serjimariya Tirkiyê bi Covid-19 ketiye.

Her du pispor di rapora xwe de diyar dikin ku li Almanyayê jî li gorî daneyên heta 31ê Adarê berevajî amarên fermî 460 hezar kes enfekteyî vîrusê bûne ku ji ber testên zêde hejmar li gorî Tirkiyê kêmtir e.

Di rapora pisporên Almanî de tê gotin ku hejmara tûşbûyên vîrusa korona li Amerîka li dor 11 milyon kesan e, li Îspanya bêhtirî 5 milyon kesan, li Îtalya li dor 3 milyon kesan û li Brîtanyayê jî li gorî hesabê wan 2 milyon kes bi vîrusa korona ketine.