Li Tirkiyê 46 mîlyar TL kredî di talûkê de ye

18 îlon 2019 00:10
Li Tirkiyê 46 mîlyar TL kredî di talûkê de ye

PeyamaKurd- Dezge ya Rêxistin û Kontrola Bankasaziyê ya Tirkiyê (BDDK) ragihand ku divê banka bo krediyan sînoran deynin û temîna wan beyan bikin. Dezge weha got:

“Di encama xebata aboriyê ya rojane de, di seha bankasaziyê de, di seha avadankirin û enerjiyê de, 46 mîlyar (8 mîlyar dolar) TL kredî hatiye bikaranîn û ev kredî divê bikeve nav hesabên ku divê bên şopandin de. Heya dawiya sala 2019an, divê banka perê bo zerara van krediyan veqetîne û banka di mijarê de beyanên xwe dane.”

Di aboriyê de hesabê şopandinê dibe ku ew pere bi paşde bê dayîn û dibe ku bikeve nav hesabê ku bi paşde dê neyê dayîn.