Li Tetwanê li 3 gund û mezrayên wan qedexeya derketina derve hat ragihandin

21 tîrmeh 2022 01:50
Li Tetwanê li 3 gund û mezrayên wan qedexeya derketina derve hat ragihandin

PeyamaKurd – Li navça Tetwana bi ser bajarê Bedlîsê li gundên bi navên Sallıca (Qancas), Özekli (Andevîn) û Teknecik û mezrayên wan qedexeya derketina derve hat ragihandin. Li gor ragihandina parêzgehê; qedexe di 20 ê temmûzê siet di 22.00 an de destpêdike û heya 22 yê temmûzê siet 23.45 an dê dewam bike. Sedema qedexeyê  ji ber operasyona ser PKK ê ye.

Îzna derketin û çûna gundan di destê parêzgehê û hêzên asayîşê de ye.