Li Sûriyê du polîsên Tirk ên hêzên taybet hatin kustin
11 cotmeh 2021 17:20
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro 11ê Cotmehê eşkere kir ku 2 polîsên wan ên Erkên Taybet li bakurê Sûriyê hatin kuştin.
Wezîrê Navxwe ya Tirkiyê Suleyman Soylu li ser Twitterê got ku ‘2 endamên polîsên Erkên Taybet Cîhad Şahîn û Fatih Dogan li bajarokê Mariê di êrîşeke moşekî ya YPGê de hatin kuştin.’
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê doh Yekşemê ragihandibû ku YPGê ji bajarokê Til Rifatê ve bi moşekekê êrîşî zirîpoşeke Tirkiyê di navbera Mariê Ezazê de kiriye.
Ji aliyê YPGê ve derbarê mijarê de daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Bajarokê Mariê dikeve rojhilatê Til Rifatê û di destê komên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve de ye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Sûriye | Di navbera hêzên Sûriyê û komeke Tirkmen de pevçûn çêbû
24 mjd 2025
Teknoloji
ANALÎZ | ‘Ti niyeta Tirkiyê nîne hêzên xwe ji Sûriyê vekisîne’
09 tbx 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin