Li Sûriyê bi SIHAyê êrîs kirin ser baregeha Amerîkayê

24 cotmeh 2023 03:09
Li Sûriyê bi SIHAyê êrîs kirin ser baregeha Amerîkayê

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Hesîçayê li navça Malikiyê ku di bin desthilata Rêvebiriya Xweser de ye, bi SİHAyê êrîşê birin ser baregeha leşkerî ya Amerîkayê. Di êrîşê de zerara maddî çêbûye lê ya canî nehate zanîn.

Navça Malikiye dikeve ser sînorê Iraqê û baregeha Amerîkayê ya bi navê Robarya jî li wê derê ye. SİHA ya ku êrîşê bir ser baregehê nehat zanîn bê ya ki ye.