Li Stockholmê roja Cejna Qurbanê car din Quran hate sewitandin, Tirkiyê bertek nîsan da

28 hezîran 2023 21:43
Li Stockholmê roja Cejna Qurbanê car din Quran hate sewitandin, Tirkiyê bertek nîsan da

PeyamaKurd – Polîsê Swêdê îro 28ê Hezîranê di roja yekem a Cejna Qurbanê de ragihand ku destûra çalakgerekî ya bo şewitandina Quranê li ber mizgefteke Stockholmê hatiye dayîn.

Rastgirê tundrew ê hemwelatiyê Denmark û Swêdê Rasmûs Paludan, di meha Çileya îsal de jî li ber balyozxaneya Tirkiye ya Stockholmê Quran şewitandibû û ev çalakiya wî rastî bertekan hatibû.

Polîsê Swêdê careke din serlêdana çalakiya şewitandina Qurana Pîroz a alema Îslamê qebûl kir û destûra wê da. Piştî vê biryarê jî komeke biçûk li Stockholmê çalakiyek li dar xist û Quran şewitand.

Li ser vê biryarê û şewitandina Quranê li Stockholmê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand, "Di roja yekem a Cejna Qurbanê de, vê çalakiya qelaşî ya dijî Pirtûka me ya Pîroz Quran a Kerîm li Swêdê, şermezar dikim.”

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk jî biryara polîsê Swêdê şermezar kir û got, ew destûrdana serlêdana bo şewitandina Qûranê nalet dikin.