Li Stenbolê, sê şaredariyên navçeyan derbasî AK Partîyê bûn

01 tebax 2026 18:08

Hejmarek zêde ji kesayetiyan di nav de Şaredarê Tuzlayê Eren Ali Bingol, Şaredarê Çekmekoyê Orhan Çerkez û Cîgirê Şaredarê Şileyê Sacit Terzi, ku hemû di eslê xwe de wekî nûnerên CHPê hatibûn hilbijartin tevlî AK Partiyê bûn.

Li Stenbolê, sê şaredariyên navçeyan derbasî AK Partîyê bûn

RûpelNews - Di Civîna Berfireh a Encûmena Şêwirmendiyê ya Bajêr de, ku ji aliyê Navenda Bajêr a Stenbolê ya AK Partiyê ve li Navenda Kongreyê ya Haliçê hatibû organîzekirin, gelek şaredar û endamên encûmenê yên ku ji partiyên din îstifa kiribûn, tevlî refên AK Partiyê bûn.

Di çalakiyê de, ku Serokkomar û Serokê Giştî yê Partiya AK Recep Tayyip Erdogan jî beşdar bû, nîşaneyên partiyê li sîngê endamên nû hatin daliqandin.

Di nav kesên ku tevlî AK Partiyê bûn de Şaredarê Tuzlayê Eren Ali Bingol, Şaredarê Çekmekoyê Orhan Çerkez û Cîgirê Şaredarê Şileyê Sacit Terzi jî hebûn. Bi vî awayî, sê şaredariyên navçeyan li Stenbolê ketin bin rêveberiya AK Partiyê.