Li Stenbolê Navenda hinardeya zadê Ukraynayê hat vekirin

27 tîrmeh 2022 20:42
Li Stenbolê Navenda hinardeya zadê Ukraynayê hat vekirin

PeyamaKurd – Di çarçoveya Peymana Stenbolê ya veguhestina bazaran a zadê Ukraynayê de, îro 27ê Tîrmehê Navenda Hevahengiya Hevbeş a pêşwazîkirina zad li Stenbolê hat vekirin û dest bi kar kir.

Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusi Akar, dema vekirina navendê got, Neteweyên Yekbûyî serperiştiya Navenda Hevahengiya Hevbeş a li Stenbolê dike û vekirina vê navendê ji bo asayîşa xurekê cîhanê girîng e.

Wezîrê Tirk hinardekirina genim weke qonexeke girîng a asayîşa xurekê cîhanê bi nav kir û diyar kir, zêdetirî 25 milyon ton genim li benderên Ukraynayê heye û navend ji sê benderên Ukraynayê garantiya hinardeya genim dike.

Hat ragihandin ku wê proseya hinardekirinê 120 roj be û ji sê benderên Ukraynayê wê bê hinardekirin.