Li Stenbolê bi tohmeta endamtiya PKKê 8 kes hatin desteserkirin
18 mijdar 2020 14:01
PeyamaKurd – Li Stenbolê bi tohmeta endamtiya PKKê, 8 kes hatin desteserkirin.
Li gor agahiyan, li 13 navnîşanên taxên Sûltanbeylî û Çekmekoyê, operasyonek li dijî PKK/KCKê hat lidarxistin.
Di encama lêgerînan de, 8 kesên gumanbar, bi tohmeta têkiliya wan bi PKKê re heye hatin desteserkirin.
Li gor zanyariyên ji medya Tirkî, di encama girtina ser malan de, 3 demançe û gelek belgeyên rexistinî jî hatine dîtin.
Kesên hatin desteserkirin, veguhastin wargeha Kolana Vatanê ya Rêveberiya Asayîşa Stenbolê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Rihayê 3 kes bi tohmeta endamtiya PKKê hatin girtin
21 mjd 2020
Cîhan
Bi tohmeta alîkariya PKKê dikin 9 kes li Stenbolê hatin desteserkirin
28 cot 2020
Jiyan
Li Stenbolê bi tohmeta endamtiya PKKê 5 kes hatin desteserkirin
15 brf 2020
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin