Li Stenbolê 6 kes bi tohmeta propagandaya PKK û YPGê kirine hatin binçavkirin
05 îlon 2020 15:11
PeyamaKurd – Bi tohmeta propagandaya PKK û YPGê kirine, li Stenbolê 6 kesên ji Rojavayê Kurdistanê, hatin binçavkirin.
Yekîneyên ser bi Rêveberiya Şûbeya Rûbirûbûna Terorê li Stenbolê, li 7 navçeyan bi awayekî hemwext operasyonek pêk anîn.
Li gor zanyariyên medya Tirkiyê, bi tohmeta ku bi rêyên qaçax derbasî Tirkiyê bûne û li ser hesabên xwe yên medya civakî propagandaya PKK,YPG, PYD kirine, 6 kesên ji Rojavayê Kurdistanê hatin binçavkirin.
Kesên hatin desteserkirin bo Rêveberiya Ewlehiyê hatine veguhestin.
Herwiha li gor zanyariyên hatine belavkirin, lêgerîna 2 kesên din bi heman hincetê berdewam dike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Efrînê 5 kes bi tohmeta YPGê hatin girtin
26 tbx 2024
Jiyan
Li Îstenbolê ji dawa PYD/YPGê 4 kes hatin zîndanîkirin
18 tbx 2023
Jiyan
Ji civîna Stenbolê ya sandên Ukrayna-Rûsyayê ti lihevkirinek derneket...
29 adr 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin