Li Sîstan û Belûçistanê 3 ajanên Îranê hatin kustin

17 sibat 2021 20:57
Li Sîstan û Belûçistanê 3 ajanên Îranê hatin kustin

PeyamaKurd - Wezareta Îstixbarata Îranê (Îtilaat) ragihand ku sê endamên wan ên li parêzgehên Sîstan û Belûçistanê hatine kuştin.

Wezareta Îtilaata Îranê îro 17ê Sibatê ragihand, li parêzgehên Sîstan û Belûçistanê yên Îranê 3 endamên wan, di dema bicihanîna erkên xwe yên ji bo nehîştina rêxistineke organîze, hatine kuştin.

Wezaretê bêyî ku agahiyên li ser awayê kuştina wan kesan bide, diyar kiriye ku ‘serbazên me yên veşartî’ ango ajanên wan hatine kuştin.