Li Silêmaniyê cûreya nû ya Koronayê hat tomarkirin

20 tîrmeh 2021 12:29
Li Silêmaniyê cûreya nû ya Koronayê hat tomarkirin

PeyamaKurd – Li Silêmaniyê cûreya nû ya vîrusa Koronayê ya bi navê Delta hat tomarkirin.

Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Silêmaniyê diyar kiriye, îro di dema têstên Koronayê de cûreya Koronaya Delta jî hat tomarkirin.

Tenduristiya Silêmaniyê eşkere kiriye, cîhazên pêwîst ji bo testa Deltayê li Silêmaniyê hatine dabînkirin û êdî dê têsta Deltayê jî were kirin.

Koronaya bi navê Delta wek Koronaya Hindî jî tê nasîn, ji ber ku cara yekem li Hindîstanê hatibû tomarkirin.