Li Silêmaniyê bi balafirên bê mirov êrîs kirin
PeyamaKurd – Gundê navçeya Çemçemal a Silêmaniyê ji aliyê balafirên keşfê yên bêmirov ve hat bombekirin. Nayê zanîn ku ziyanên canî hene yan na.
Gundê Çinartû yê bajarokê Axçeler ê navçeya Çemçemalê ji aliyê balafirên bêmirov ên ku tê texmînkirin girêdayî Hêzên Çekdar ên Tirk in, hat bombekirin.
Rêveberê Axçelerê Hêmin Behçet ji Rûdawê re diyar kir ku bombebaran di saet di 08:15an de hatiye kirin û got, “Ji şeva borî ve balafirên bê mirov li herêmê digerin. Îro danê sibê cihek hat bombekirin. Em nizanin ku ziyanên canî hene yan na.”
Gundê Çinartuyê di 27 û 28ê Kanûnê de du caran hat bombekirin.
Balafirên bêmirov ên girêdayî Hêzên Çekdar ên Tirk ji sala 2021an ve bi hinceta hebûna PKKê ya li herêmê bombebaran dikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin