Li Silêmaniyê bermahiyên dîroka wan 11 hezar û 500 sal e hatin dîtin
17 hezîran 2023 19:12
PeyamaKurd – Li Silêmaniyê bermahiyên dîrokî ku tê gotin dîroka wan 11 hezar û 500 sal e, hatin dîtin.
Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebubekir ji K24ê re ragihandiye, tîmeke arkeolojiyê ya zanîngeha Reading a Îngilîstanê li gel Rêveberiya Keşnasî ya Silêmaniyê, bermahiyên avahiyeke ku dîroka wê 11 hezar û 500 sal e li herêmê dîtine.
Ev xirbe li hemberî şikeftên Zerzêw û Qizqapanê li nêzî çemê Rêzanê ne.
Heval Ebubekir diyar kiriye, tevahiya Kurdistanê bi van pêkhateyên dîrokî re ye û Kurdistan dergûşa mirovahiyê ye.
Herwiha parêzgarê Silêmaniyê Ebubekir got, "Ev bermahî nîşan didin ku em parçeyekî bingehîn ê dîroka şaristanî û mirovahiyê ne."
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Ji 5 hezarî zêdetir Êzidî bi destên DAISê ve hatine qetilkirin
03 adr 2025
Magazîn
Duhok | Du cihên dîroka wan digihe 8 hezar salan hatin dîtin
09 rbn 2025
Kurdistan
Hikûmeta Iraqê: 60 hezar otomobîlên qaçax ji ser Silêmaniyê hatine derbaskirin
11 brf 2024
Rojhilata Navîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin