Li Silêmaniyê du endamên asayîsê hatin kustin
09 tebax 2024 22:28
PeyamaKurd - Li navçeya Qeredax a Silêmaniyê çend çekdaran hewl dan şûnwara dîrokî ya Şahê Akadiyan Naram Sîn bidizin ku di navbera wan û hêzên asayîşê de pevçûn derket.
Hate ragihandin ku îro 9ê Tebaxê li demjimêr 5ê êvarî xaleke Asayişa Qeredaxê ya çavdêrîkririna ewlehî û aramiya navçeyê û çavdêrîkirina navçeya şûnwarî li ser erkê bû, rastî êrîşa çend kesên bi çek hat.

Dezgeha Asiyîşa Silêmaniyê ragihand, çekdar dema xwestin şûnwara Naram Sîn a li navçeya şûnwarî bidizin, rastî benda me ya asayişê hatine û mixabin bû sedema şehîdbûna du karmendên asayişê.
Hate diyarkirin ku niha operasyonên lêgerîn û lêkolînê li sûcdaran berdewam dikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li bajarê Kerkûkê 5 endamên DEASê hatin kustin
23 mjd 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin