Li ser vîrusa Koronayê Mesrûr Barzanî bi peyamekê hisyarî da

23 cotmeh 2020 13:00
Li ser vîrusa Koronayê Mesrûr Barzanî bi peyamekê hisyarî da

PeyamaKurd – Li ser nexweşiya Koronayê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hişyarî da û diyar kir hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê dîsa bilind dibe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî do roja pêncşemê 22.10.2020an de, li ser zêdebûna berketî û mirinên ji ber nexweşiya vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê, li ser hesabê xwe yê Twitterê hişyarî da hemwelatiyan û destnîşan kir: ‘‘Rêjeya berketiyên Koronayê dûbare bilind dibe, ji ber xatirê xwe û malbatên xwe gelekî girîng e ku em hemû berdewam bin li ser rêkarên xweparêziyê, ku beşek ji wan rêkaran dûrketine ji qerebaliyê ye.’’