Li ser sînorê Sûdan û Libyayê komek çekdarên girêdayî Tirkiyê hatin girtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê yên welatê Sûdanê li bakurê Darfurê komek “koçberên nerewa” ku berê xwe didan Lîbyayê da ku tevlî çekdaran bibin desteser kirin.
Berdevkê hêzên piştevaniya lezgîn ên Sûdanê serbaz Adem Mihemed Ehmed Salih, ragihandiye ku hêzên wan 12ê Tîrmehê komek ji 80 kesan girtiye ku 2 kes biyanî ne û berê xwe didan Lîbyayê.
Salih diyar kir, di 15ê Tîrmehê de jî komeke din mîna wê ji 80 kesî ku berê xwe dida Lîbyayê ji bo bibin çekdar hatine girtin.
Berpirsê polîsên wîlayetê lîwa Yehya Mihemed Ehmed Nûr jî gotiye, xebata disîplînê, Sûdanê ji gelek tawanên li dijî wê ku berpirsê şandina çekdaran e diparêze.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), heta niha hejmara çekdarên ku çûne xaka Lîbyayê, nêzî 16 hezar û 100 kes in ku ji çekdarên sûrî ne û 340 ji wan jî zarokên kêmî 18 saliyê ne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin