Derbarê Imamoglu de îdianameyek nû hat amadekirin

01 adar 2026 17:51

Serdozgeriya Buyukçekmeceyê, bi tohmetên "xirabî di erkê de" di dema wî ya şaredariya Beylikduzuyê de îdianameyek li dijî Ekrem Imamoglu amadekir.

Derbarê Imamoglu de îdianameyek nû hat amadekirin
Ekrem Imamoglu

RûpelNews - Serdozgeriya Buyukçekmeceyê ya Stenbolê li dijî 12 kesan, di nav de namzedê serokatiyê yê CHPê Ekrem Imamoglu, bi tohmetên " xirabî di erkê de" îdianameyek amade kir.

Îdianame ji Dadgeha Cezayê ya Yekem a Buyukçekmeceyê re hatiye şandin.

Civata dozgeriyê destnîşan kir ku du îhaleyên cuda, ku her yek bi nirxê 65,600 TL bû, yên ku ji aliyê Rêveberiya Karûbarên Ciwan û Werzîşê ya Şaredariya Beylikduzu ve di 25ê Kanûna 2018an û 15ê Çileya 2019an de hatine kirin, "dibe ku prensîbên şefafî, pêşbazî û bikaranîna bibandor a çavkaniyan binpê kiribin."

Her wiha hat îdiakirin ku kirîna "200 amûrên bîrê yên derve" bi nirxê 83,500 TL di 20ê Gulana 2019an de li ser bihayên bazarê hatiye kirin û zirar gihandiye gel.

Di îdianameyê de her wiha hat gotin ku otomobîleke Mercedes Vito ji aliyê şîrketa Imamoglu ve ji bo xizmetên şaredariyê hatibû veqetandin û lêçûnên wê yên temîrat û sotemeniyê ji budceya şaredariyê dihatin dayîn. Hatibû destnîşankirin ku, li gorî qanûna têkildar, "lêçûnên otomobîlên taybet nikarin ji budceya giştî ve bên dayîn" û ku ev kiryar bûye sedema zirareke giştî ya bi qasî 122,305 TL.

Ekrem Imamoglu, ku niha di Zindana Sîlîvriyê de ye, di navbera salên 2014 û 2019an de şaredariya Beylikduzuyê kir.