Li Seddadê mayînek teqiya: Zarokekî 14 salî can da

25 adar 2022 16:03
Li Seddadê mayînek teqiya: Zarokekî 14 salî can da

PeyamaKurd – Li Şeddadê, mayînek ji bermahiyên çekdarên DAIŞê teqiya û di encamê de zarokekî 14 salî can da.

Li gor hat eşkerekirin, di encama teqîna mayîneke ji bermahiyên DAIŞê li gundê Heclat ê bakurê rojhilatê Şedadê de, zarokê bi navê Zekeriya Fadil Dear Hesen can da.

Gundê Heclat li ser rêya di navbera Şedad û Deşîşa de ye.