Li Şamê teqîn!
Li paytexta Sûriyê Şamê teqînek çêbû. Sedemên teqînê hêj ne diyar in. Her çend şahidên bûyerê radigihînin ku hejmarek kes bûne qurbanî, lê heta niha ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
|
Türkçe
RûpelNews - Li taxa Duweila ya Şamê, li nêzî avahiya Rêveberiya Çekan a girêdayî Wezareta Parastinê, teqînek pêk hat.
Piştî teqîna ku sedema wê hêj nayê zanîn, tîmên tenduristî û ewlehiyê ji bo cihê bûyerê hatin şandin.
Şahidan ragihandin ku hejmarek kes bûne qurbanî.
Raporteke ku li ser kanala televîzyona dewleta Sûriyê Al-Ixbariye hate weşandin, diyar kir: "Li navçeya Bab el-Şerqî ya Şamê teqînek çêbûye. Sedema teqînê tê lêkolînkirin."
Heta niha derbarê teqînê de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
