Li Rûsyayê li devera Altayê erdhejekî bi dereca 6,4 çêbû
15 sibat 2025 19:35
PeyamaKurd – Li welatê Rûsyayê li devera Altayê li gundê Koş-Agaçê erdhejekî bi dereca 6,4 çêbû. Li herêmê rewşa amadekariya bilind hat ragihand û temamên ders û çalakî hatin betalkirin. Li gor agahiyên ewilî hatine belavkirin; di erdhejê de kesekî nemiriye an birîndar nebûye.
Beşa Jeofizike ya Akademiya Zanistîya Rûsyayê ragihand ku erdhej ji gundê Koş-Agaçê 27 km li rojavayê başûrê gund çêbûye, pileya erdhejê 6,4e û 5 km di kûrahiya bin erdê de çêbûye.
Parêzgerê herêmê Andrey Turçak, ragihand ku piştî erdhejê amadekariyên xwe kirine, dibistanan tatîl kirine û di erdhejê de heya niha agahiya mirina ti kesî nehatiye ragihandin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Li bajarê Selahaddînê yê Iraqê bi dereca 4,7 erdhejekî çêbû
22 mjd 2025
Cîhan
Li navça Türkoglu ya bajarê Marasê bi dereca 4.0an erdhejekî qewimî
23 cot 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin