Li Romanyayê hikûmet ket
Hikûmeta Romanyayê piştî pesendkirina pêşnûmeya bêbaweriyê, ket. Pêşnûme di bin sernavê: "‘Plana Bolojan’ a ku zirarê dide aboriyê, gel xizan dike û armanca wê firotina sermayeyên dewletê bi sextekarî ye, rawestînin" de hatibû amadekirin.
RûpelNews - Pêşniyara bêbaweriyê, ku ji aliyê Partiya Demokrat a Civakî ya navend-çep (PSD) û Hevbendiya Romaniyan a rastgir-radîkal (AUR) ve ji bo hilweşandina hikûmeta bi serokatiya Serokwezîr Ilie Bolojan hatibû pêşkêşkirin, bi piraniya dengan hat pejirandin.
Di dengdana ku li Parlamentoya Romanyayê hat lidarxistin de, ji 402 parlamenterên amade, 281 kesan ji bo pêşniyara bêbaweriyê dengê 'erê' dan.
Pêşniyara bêbaweriyê, ku ji aliyê PSD ku partiya herî mezin a Romanyayê ye, ligel AUR a rastgirê tund û PACE-Priority Romania ji parlamentoyê re hatibû pêşkêşkirin, bi piraniya dengan hat pejirandin. Di encamê de, hikûmeta heyî ya Bolojan hate hilweşandin.
Li gorî ragihandinên medyaya herêmî, Bolojan di dema dengdanê de ji salonê derket.
Hikûmetê di Hezîrana 2025an de dest bi kar kiribû
Hatibû destnîşankirin ku pêşnûmaya bêbaweriyê di bin sernavê "Rawestînin 'Plana Bolojan' a ku zirarê dide aboriyê, gel xizan dike û armanca wê firotina mal û milkên dewletê bi sextekarî ye" de hatibû amadekirin.
Serokê Romanyayê Nicuşor Dan jî beriya dengdanê di daxuyaniyekê de diyar kir ku, encam çi dibe bila bibe, welatê wî dê "rêgeza xwe ya Rojavayî" biparêze.
Li Romanyayê, hikûmeta bi pêşengiya Serokwezîr Bolojan di Hezîrana 2025an de piştî wergirtina dengê baweriyê li parlamenê dest bi kar kiribû.
Di 20ê Nîsanê de, PSD ragihand ku wê biryar daye piştgiriya xwe ya siyasî ji Serokwezîr Bolojan vekişîne, û di 23ê Nîsanê de, heft wezîrên PSDê yên di kabîneyê de îstifa kirin. Piştî van pêngavan, AURê jî diyar kir ku ew li dijî hikûmeta heyî ye û ragihand ku wê bi hevkariya PSDê pêşnûmeya bêbaweriyê amade kiriye.
