Li Rojavayê Kurdistanê 58 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

22 îlon 2020 12:30
Li Rojavayê Kurdistanê 58 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê 58 kesên din bi Koronayê ketin û 3 kesan jî ji ber wê can dan.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di 24 saetên dawî de, 3 nexweşên Koronayê li herêmê can dan, 2 kes li Hesekê û kesek jî li Qamişloyê bû.

Li gor di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, kesên li Hesekê can dane, jinek û zilamek e, li Qamişloyê jî yê can da zilamek bû.

Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir, di 24 saetên dawî de, 58 kesên din bi Korona ketine, ku 31 ji wan zilam û 27 kes jî jin in.

Ew kesên ku bi Koronayê ketin, 19 kes li Hesekê, 8 kes li Dirbêsiyê, 7 kes li Dêrikê, 3 kes li Girkê Legê, 2 kes li Amûdê, 2 kes li Kobanî, 8 kes li Reqayê, 8 kes li Şehbayê û kesek jî li Tebqayê ne.

Di 24 saetên borî de, 16 nexweşên Koronayê jî li Rojavayê Kurdistanê û li navçeyên Rêveberiya Xweser, baş bûne.

Ji destpêkê ve heta niha, 1209 kes li Rojavayê Kurdistanê û li navçeyên Rêveberiya Xweser bi Koronayê ketine, 55 kes ji wan can dane û 350 kes jî baş bûne.