Li Rojavayê Kurdistanê 5 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan
PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê 161 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 5 pêketiyan jî can dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 saetên borî yên vîrûsa Koronayê belav kir û diyar kir, 5 kesan bi Koronayê can dan. Ji wan 3 kes ji Kobaniyê û 2 kes jî ji Dêrikê ne.
Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir, 161 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Haletên hatine tomarkirin wiha ne: 25 kes li Hesekê, 27 kes li Qamişlo, 35 kes li Dêrikê, 4 kes li Amûdê, 4 kes li Girkê Legê, 5 kes li Dirbêsiyê, 4 kes li Tibesipiyê, 1 kes li Rimêlan, 1 kes li Til Temirê, 10 kes li Kobaniyê, 17 li Tebqayê, 17 li Minbicê, 11 li Reqayê.
Di 24 saetên dawî de, 16 kes jî ji vîrusa Koronayê baş bûne.
Bi vî awayî hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê kesên bi vîrusa Koronayê ketine, gihîşt 5645 kesan. Ji wan 814 kes baş bûne û 143 kesan jî can dane.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin