Li Rihayê qeza: 2 mirî, 6 birîndar
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di encama qezaya du otomobîlan de du kes mirin û şeş kes birîndar bûn.
RûpelNews - Li herêma gundewarî ya Yanalobayê li ser rêya Riha-Dîlokê, otomobîleke ku ji hêla D.A. ve dihat ajotin, li otomobîleke ku ji hêla B.Y. ve dihat ajotin qeza kir. Piştî agahdarkirinê, tîmên cenderme, agirkujiyê û bijîşkî sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Hasan Ataş û Ayşe Ataş li cihê qezayê mirin.
Şeş kesên birîndar piştî dermankirina destpêkê ji hêla tîmên Servîsa Lezgîn a 112 ve hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê.
