Li Rihayê otomobîl serûbin bû: Gelek kes birîndar bûn

28 gulan 2026 10:59

Li Rihayê, otomobîla ku malbata ji bo Cejna Qurbanê vedigeriya malê, li ser rê wergeriya û serûbino bû. Di bûyerê de pênc kes birîndar bûn. 

Li Rihayê otomobîl serûbin bû: Gelek kes birîndar bûn

RûpelNews - Bûyer, li ser Rêya Dora Bakur-rojavayê ya Rihayê qewimî. Li gorî agahiyan, piştî ku ajokar kontrola otomobîlê ji dest da, otomobîla ku malbatek ji pênc kesan têde bûn, kontrola xwe winda kir wergeriya û serûbino bû.

Birîndar rakirin nexweşxaneyê

Piştî agahdarkirina welatiyên ku bûyer dîtibûn, tîmên lezgîn ên tenduristiyê û polîs ji bo cihê bûyerê hatin şandin. Digel ku dermankirina destpêkê li cihê bûyerê hate kirin, pênc kesên birîndar bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.

Çûnûhatin bi awayekî demkî hate astengkirin

Ji ber qezayê rê bi awayekî demkî ji çûnûhatinê re hate girtin. Piştî ku otomobîla wergeriyayî bi alîkariya otombîla kişandinê hate rakirin, çûnûhatin vegeriya ser asayîbûna xwe.
Derbarê qezayê de lêpirsînê da destpêkirin.