Li Rihayê êrîş: Kesek mir, kesek birîndar bû

13 tebax 2026 19:39

Li Rihayê, di êrîşeke bi çek de ya li dijî otomobîlekê ku diçû, kesekî jiyana xwe ji dest da û kesekî din jî birîndar bû.

Li Rihayê êrîş: Kesek mir, kesek birîndar bû

RûpelNews - Êrîş li Bulvara Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê, li navçeya Eyyûbîyê ya navenda Rihayê pêk hat.

Li gorî agahiyan, ji aliyê kesekî an çend kesên nenas ve gule li otomobîlekê hatin reşandin.

Piştî agahdarkirinê, tîmên polîs û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

M.G.yê ku di nav wesayîtê de bû, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û kesekî din jî birîndar bû.

Kesê birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Şanliurfayê.

Tîmên polîsan têkildarî bûyerê pênc gumanbar binçav kirin.