Li Rihayê alarma êrîsa xwekujî: Li nêzî Gola Masiyan...
PeyamaKurd - Li bajarê Riha yê bakurê Kurdistanê kesek bi hinceta ku amadekariya êrîşeke xwekujî (întiharî) dike ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat desteserkirin û bêbandorkirin.
Li gorî ragihandina medya Tirkiyê, îro danê nîvro kesekî ku tê îdiakirin amadekariya êrîşeke întiharî li nav bajêr dike, 100 metre nêzîkî Gola Masiyan li meydana Haşimiye ya navenda bajarê Rihayê ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin û bêbandorkirin.
Li gorî şahidên bûyerê du kesan yek ji wan jin pakêteke bi guman danîne û reviyane û pakêta bi gumana bombeyê ji aliyê pisporên pûçkirina bombeyan ve bi funyeyê hat teqandin û bêbandorkirin.
Hat ragihandin ku kesek ji wan dema reviyaye hatiye desteserkirin.
Piştî bûyerê meydana Haşimiye, Gola Masiyan, Kolana Demokrasî û Divanyoluyê ji trafîkê re hat girtin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin