Li Raperînê Meclîsa Parastina Jîngehê hat avakirin
PeyamaKurd - Li devera Raperîn ya Herêma Kurdistanê “Encûmena Parastina Jîngehê” hat avakirin.
Berpirsê polîsê parastina jîngehê li devera Raperînê Şoriş Kake ragihandiye ku parastina jîngehê warekî gelekî berfireh e ji ber wê jî dezgehek yan jî hêzek bi tenê nikare vê yekê bike. Ji ber wê jî wan biryar daye meclîsa parastina jîngehê ava bikin.
Hat diyarkirin ku karê serekî yê wê encumenê çavdêriya serpêçiyên li hember jîngehê be û nehêle xirabkarî li hember jîngehê bê kirin û encûmena parastina jîngehê dê bikaribe kesên ku di vî warî de tawanan dikin jî siza bide.
Tê hêvîkirin ku bi pêkanîna encûmena parastina jîngehê re, rewşa jîngehê li devera Raperîn baştir bibe û jîngeh zêdetir were parastin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin