Li Qoserê bi çekan li hev xistin: 2 birîndar
25 berfanbar 2024 02:58
PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li, navça Qoserê (Kızıltepe) li taxa Turgut Özalê, di navbera 2 grûban de şer derket û bi çekan li hev xistin.
Bûyer, di sibê de qewimî û sedema şer nehat zanîn. Di şer de kesên bi navên H.Ç. û N.E. birîndar bûn û tîmên tenduristiyê birîndaran ji ciyê bûyerê birin nexweşxanan.
Birîndar H.Ç. bi ambûlansê birin nexweşxana Mêrdînê ya perwerdê û lêkolînê û N.E. birin nexweşxana dewletê ya navça Qoserê (Kızıltepe).
Lêpirsîna hêzên asayîşê ya li ser bûyerê dewam dike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Qoserê bi çekan li erebeyekî xistin: 2 kustî û 1 birîndar
21 adr 2023
Cîhan
Li Amedê bi çekan li hev xistin: 1 mirî, 1 birîndar û 4 zîndanî
07 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin