Li Qamislo bi ala Sûriya nû xwepêsandan: ‘Bijî yekîtiya Kurd, Ereb û Suryanan!’
PeyamaKurd – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê îro 19ê Kanûnê Pêncşemê xwepêşandaneke mezin hate lidarxistin.
Di xwepêşandana ku bi meşa li Çerxerêya Sonî ya navenda Qamişlo dest pê kir de, êrîşên artêşa Tirkiyê û komên çekdarên bi ser wê ve hatin şermezarkirin û piştevanî bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hate nîşandin.
Di xwepêşandana ku alayên Sûriyeya nû û yên HSDê hatin hilgirtin de, pankartên wekî; ‘Bijî yekîtiya Kurd, Ereb û Suriyanan!’, ‘Bijî berxwedan QSDê’, ‘Bimire faşîzm’, ‘QSD hêza me ye’, ‘Gelê Sûriyeyê yek e’ û ’Em li pişt hêzên xwe ne’ hatin vekirin.
Bi navê Însiyatîfa Gel Talet Yûnis di xwepêşandanê de got, "Ji bo tevahî gelê li Sûriyeyê û hemû partiyan dibêjin; pêwîste em bi hemû neteweyên xwe yekîtiya xwe xurt bikin. Em ê bi hev re hemû siyasetên dewleta Tirk a têk bibin. Ji bo tevahî hêzên siyasî bila dest ji nakokî û berjewendiyên xwe yên kesayetî berdin û li banga gelê mafxwar guhdar bikin. Îro ji bo me rojeke dîrokî ye, piştî dehên salan em ê bikaribin daxwazên gelê xwe bi cih bînin. Em ê bi yek nerînê mafê gelê xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê misoger bikin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin