Li parêzgeha Selahedînê 10 terorîstên DAISê hatin girtin
21 îlon 2020 23:40
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Iraqê li parêzgeha Selahedînê 10 çekdarên DAIŞê desteser kirin.
Wezareta Derve ya Iraqê li ser operasyonên dawî yên li dijî DAIŞê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, di operasyoneke hêzên Iraqê de 10 terorîstên DAIŞê li parêzgeha Selahedînê hatine desteserkirin.
Hat diyarkirin ku du ji van çekdaran dixwestin birevin derveyî welêt, lê bi alîkariya asayîşa parêzgeha Silêmaniyê hatine girtin.
Li gorî daxuyaniyê gelek alavên leşkerî li ser wan hatine desteserkirin.
Herwiha doh jî li parêzgeha Nînoweyê hêzên Iraqê operasyonek li dijî DAIŞê pêk anîbûn ku çekdarekî milîsên Heşdî Şabî hatibû kuştin û 8 çekdarên DAIŞê jî hatibûn girtin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Selahedînê 8 terorîstên DAISê hatin kustin
14 hzr 2022
Cîhan
Li parêzgeha Kerkûkê 10 terorîstên DAISê hatin kustin
28 rbn 2021
Jiyan
Li Mûsil û Selahedînê 12 terorîstên DAISê hatin girtin
08 brf 2020
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin