Li Olîmpiyatên Tokyoyê 148 kesên besdar bi Koronayê ketin

26 tîrmeh 2021 13:59
Li Olîmpiyatên Tokyoyê 148 kesên besdar bi Koronayê ketin

PeyamaKurd – Komîteya Birêxistinkirinê ya Olîmpiyatên Tokyoyê diyar kir, 148 kesên ku ji bo beşdarî Olîmpiyatên Tokyoyê yên 2020an bibin çûne Tokyoyê, bi vîrusa Koronayê ketine.

Komîteya Birêxistinkirinê da zanîn, do 15 kesên din ên ji bo beşdarî bernameyan bibin hatine welêt, bi Covid-19ê ketine. 3 ji wan werzîşvan in di nava 15 kesên ku ji welatên din çûne Tokyoyê de.

Herwiha 8 rayedarên fermî û 4 kesên bi peymanan kar dikin jî bi Covid-19ê ketine.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, kesên nexweşî li wan peyda dibe li Harûmî, herêma ku olîmpiyat lê tê lidarxistin nahewînin û wan dixin karantînayê.

Par ji ber koronavîrusê, Olîmpiyatên Tokyoyê hatibû taloqkirin.