Li Necefê bîreke mezin a petrolê hat dîtin
PeyamaKurd - Parêzgarê Necefê ragihand ku li gor lêkolînên destpêkê, bîreke mezin a petrolê li devera Rehban, li nizmahiya deryaya Necefê hat dîtin.
Tîmeke lêkolînê û hejmarek endamên parlementoya Iraqê doh 9ê Tebaxê li ser vê mijarê li gel Parêzgarê Necefê Luey Yasirî civiyan.
Luey Yasirî eşkere kir: “Ji bo lêkolînên pisporan, li devera Rehbanê dê çadireke mezin were danîn û piştre em ê biçin Bexdayê û ligel Wezîrê Petrolê behsa wê yekê bikin ku em dikarin vê mijarê çawa pêşve bibin.”
Di van demên dawî de li devera Rehban, ku 75 kîlometre ji bajarê parêzgeha Necefê dûr e, çend cihên erd derizîne û agir û gaz ji nava erdê derdikevin derve.
Deryaya Necefê, dirêjiya wê 60 mîl û paniya wê 30 mîl e, navenda kûrahiya wê jî digihîje 40 mîlan, di van salên dawî de ava wê gelek kêm bûye û ji ber guherîna keş û hewayê jî, rûbirûyî hişkbûnê bûye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin