Li navçeya Raco ya Efrînê otomobîla Serokê Encûmena Xwecihî hat teqandin

30 rêbendan 2022 16:22
Li navçeya Raco ya Efrînê otomobîla Serokê Encûmena Xwecihî hat teqandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li navçeya Raco ya bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bombe bi otomobîla Serokê Encûmena Xwecihî ya navçeya Raco de teqiya. 

Li gorî ragihandina çavkaniyên ji nava Efrînê, îro Yekşemê danê sibehê mayînek bi otomobîla Serokê Encûmena Xwecihî ya navçeya Raco Xeyîl Hac Oso de hat teqandin.

Li gorî hin zanyariyan di encamê de serokê encûmenê û kurê xwe hatine kuştin, lê hin çavkanî jî dibêjin, di encama teqînê de Xelîl Hac Oso bi giranî birîndar bûye.