Li navça Çêrmûgê brûskê li sivanekî xist û sivan can da

23 tebax 2022 01:50
Li navça Çêrmûgê brûskê li sivanekî xist û sivan can da

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Çêrmûgê brûskê li şivanekî 15 salî yê bi navê Ağçi Çiçek xist. Şivan Çiçek ji ber brûskê jiyana xwe ji dest da.

Şivan li gundê İkiçeltikê li derveyê gund şivantiya xwe dikir û gundî dereng pê hesiyan ku brûskê li şivan Ağçi Çiçek xistiye. Piştî cenazê şivan hat dîtin, tîmên tenduristiyê û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê û otopsiya wî li nexweşxana dewletê ya Çêrmûgê hat kirin.

Piştî otopsiya cenaze, cenaze birin gundê şivan û li goristana gund defin kirin.