Li Mûsilê serkirdeyeke payebilind a DAISê hat girtin
04 hezîran 2018 02:33
PeyamaKurd - Li Mûsilê berpirseke payebilind a rêxistina terorê ya DAIŞê hat girtin.
Midûrê Emniyeta Mûsilê Tuxgeneral Hamad Namis el-Cebûrî daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir, ku hêzên asayîşê li ser îstixbaratê ji qadroya payebilind a DAIŞê Vacîde Casim Nuh, li navçeya El-Memunê ku dikeve başûrê rojavayê Mûsilê, di cihê ku xe veşartibû da girt.
Cebûrî diyar kir ku terorîsta jin a ku wan girt li başûrê rojhilata Mûsilê serkirdeya çeteyan bû.
Hêzên asayîşê yên Iraqê ji tîrmeha 2017an vir va ku Mûsil di vê dîrokê da ji destê DAIŞê hat derxistin, ji bo girtina mensûbên rêxistinê û kesên ku bi rêxistinê ra têkildar e, operasonan li dar dixe.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Operasyona li dijî DAISê: 47 gumanbar hatin girtin
05 adr 2025
Cîhan
Berpirsekî payebilind ê DAISê li Helebê hat girtin
23 cot 2025
Cîhan
Kerkûk | Berpirsekî payebilind ê rêxistina terorîst a DAISê hat girtin
19 hzr 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin