Li Mûsilê di salona dawetê de sewat: 113 mirî, 500 birîndar!

27 îlon 2023 13:00
Li Mûsilê di salona dawetê de sewat: 113 mirî, 500 birîndar!

PeyamaKurd – Li Mûsilê di şewata ku li salona dawetekê derket de, 100 kes mirin û 500 kes jî birîndar bûn.

Alîkarê Rêveberê Tenduristiya Mûsilê Ehmed Hemdanî di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniya herêmî de diyar kir, di şewata salona dawetê ya li taxa Hemdaniye ya Mûsilê de 100 kesan jiyana xwe ji dest dane û 500 kes jî birîndar bûne.

Hate hînbûn ku di dema şewata ku ji çapemeniyê re hat ragihandin, ji ber fîşekên hewayî derketiye, di salona dawetê de 800 kes hebûn.

Ji parêzgehên derdorê gelek îtfaye û ambulans sewqî herêma şewatê hatin kirin.

Li Mûsilê şewat li salona dawetê: 100 mirî, 500 birîndar