Li Mûsilê 26 terorîst hatin binçavkirin

03 cotmeh 2020 23:33
Li Mûsilê 26 terorîst hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Tora medyayê ya ewlekariyê ya wezareta bergiriya Iraqê ragihand ku li Mûsilê 26 terorîst hatine desteserkirin. Hêzên ewlekariyê li gor agahiyên bidest xistine operasyon kirine û 26 terorîstên İŞİD ê binçav kirine.

Di operasyonan de kesên hatine girtin hinek ji wan berpirsên beşa Dîwan El Cunda ne ku berpirsên leşkerîne. Belge hene ku her 26 kes mirovên İŞİD ê ne, temamên wan tevlî êrîşên terorîstî bûne û gotine ku di dema operasyonên bi ser wan de, êrîşê hêzên asayîşê kirine.