Li Mûşê traqtor ji zinarê ket: 1 mirî, 23 birîndar
Li Mûşê malbata ku li traqtorê siwar bû, diçû seyranê di rê de qeza kir. 12 jê zarok 23 kes birîndar bûn, kesek jî jiyana xwe ji dest da.
|
Türkçe
RûpelNews - Malbata Ozcan, ji bo seyranê bi traktorê berê xwe dan seyrangehê li ser rêya seyrangehê traqtora ku malbat lê siwar bibû ji romorkê veqetiya û ji zinarê ket xwarê. Neferên malbatê jî bi metroyan kaş bûn û li derûdor belav bûn.
Gelek tîm sewqî cîhê qezayê hatin kirin. Birîndar bi ambulansan hatin rakirin nexweşxaneyê. Di qezayê de Îlknur Ozcan a 35 salî jiyana xwe ji dest da 23 kes jî birîndar bûn ku tê da 12 kes zarok in.
Der barê qezayê de lêprsîn hat destpêkirin.
