Li Muglayê 56 koçber hatin desteserkirin

29 berfanbar 2021 16:06
Li Muglayê 56 koçber hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li peravên bajarokê Bodrumê yê girêdayî parêzgeha Muglayê, 56 koçber hatin desteserkirin.

Li gor medyaya Tirkiyê diyar kir, 56 koçber bi rêya Deryaya Egeyê ji aliyê Yûnanistanê ve hatine vegerandin. Ew li ser du belemên plastîkî, gihîştine nav sînorê Tirkiyê û ji aliyê Ewlekariya Peravên Muglayê ve hatine desteserkirin.

Zanyarî eşkere dikin, hêzên ewlekariya peravan ku hejmarek koçber li ser du belemên plastîkî ne. Piştre hêzên ewlekariya peravan gihîştine wê navçeyê û ew koçber desteser kirine. Piştî bidawîbûna karûbarên wan ên yasayî, koçber radestî Rêveberiya Fermangeha Koçê ya Muglayê hatine kirin.

Ewlekariya Peravên Tirkiyê destnîşan kiriye, ew 56 koçber ji aliyê hêzên emnî yên Yûnanîstanê ve bo sînorên avî yên Tirkiyê hatine şandin, lê ji aliyê hêzên Ewlekariya Peravên Tirkiyê ve ji nav deryayê hatine derxistin. Ev di demekê de ye ku Yûnanîstan red dike danûstandineke wiha ligel koçberan bike. Yunanîstan û Tirkiye di mijara koçberan de berdewam hev du tohmetbar dikin.